اعلان ادسنس
دخول
Ey xezal Ey xezal
صفحة 1 من اصل 1 • شاطر
Ey xezal Ey xezal
Ey xezal
Ey xezala li ser ciyan
Xwe me firoşe bi erzan
Birîna canê te kovan
Êşo janê da dilan
Cavên xemgîn kir baran
Tu derxistî ji nav guran
Bi hêzin lawên me kurdan
Ey xezala li ser ciyan
Xwe me firoşe bi erzan
* * * * *
Te xwe kir aliyê guran
Te fedî nekir ji kurdan
Ji qamislo û Efrin û koban
Ew evîna bi salan
Kir xuya li cûngan
Ey xezala li ser ciyan
Xwe me firoşe bi erzan
* * * * *
Laşê kenî li nav ciyan
Te naxînim dev guran
Porê sipî kefenê miriyan
Te nafiroşim bazirganan
Ey xezala li ser ciyan
Xwe me firoşe bi erzan
* * * * *
Bawer nekir tu caran
Ti nebiyî kebaniya malan
Rojek werê bibî pûşman
Razî nabim bi rengê gulan
Bidî min azadiya kurdistan
Fedî bikim bi ûdê riyan
Rêzgar bikim ji guvenda guran
Ji feqan ,ji dehfan,ji bindestan
Te bikim hingifê li ser lêvan
Bikim baxçê sosn û gulan
Li qamişlo ,efrin,koban
Tapî bikim li ser navê teyî giran
* * * * *
Ey xezala li ser ciyan
Dubar meke feqan , dehfan
Metirse ji dengê guran
ji bo tu bibî xatûna kurdistan
Ey xezala li ser ciyan
Xwe me firoşe bi erzan
Rêwî kobanî
Mislim Kobanî-
عدد الرسائل : 18
العمر : 55
العمل/الترفيه : Rêzanî
المزاج : gula sor
تبادل اعلاني :
السٌّمعَة : 0
نقاط : 0
تاريخ التسجيل : 11/07/2008
صفحة 1 من اصل 1
صلاحيات هذا المنتدى:
لاتستطيع الرد على المواضيع في هذا المنتدى