منتدى شباب كوباني
أهلآ بك
في منتدى شباب كوباني
تمتع بالتصفح .......
و اذا كنت تريد كتابة مقالة قم بالتسجيل لتصبح عضواً.

انضم إلى المنتدى ، فالأمر سريع وسهل

منتدى شباب كوباني
أهلآ بك
في منتدى شباب كوباني
تمتع بالتصفح .......
و اذا كنت تريد كتابة مقالة قم بالتسجيل لتصبح عضواً.
منتدى شباب كوباني
هل تريد التفاعل مع هذه المساهمة؟ كل ما عليك هو إنشاء حساب جديد ببضع خطوات أو تسجيل الدخول للمتابعة.
اعلان ادسنس
دخول

لقد نسيت كلمة السر


navê kobanî

اذهب الى الأسفل

navê kobanî Empty navê kobanî

مُساهمة من طرف yarhkobani الجمعة نوفمبر 07, 2008 7:26 pm

KOBANÎ




Kobanî: (navê kobanî ji aliyê dewleta Ereb ya şoven ve hatiye guheztin û bûye “Eyn El-Ereb” (yanî kaniya Ereban an jî çavê Ereban). Lê li gorî gelek kesan navê “Kobanî” ji gotina Îngilîzî (Company) ango kempanî tê. Di salên 1910-1920-an de Kampaniya Elmanî ya ku rêya hesin ya Trêna di navbera Berlîn û Bexdadê de li vê heremê bi cî bûye. Ji çiyayê Miştenûrê(gundê Helincê) kevirên reş ji bo rê derdixistin û dibirin. Pişt re jî, navê Kompanî dibe Kobanî û heta niha jî wisa tê gotin.



Xaknîgarî: ferehbûna xaka kobanî (3000,23 km2) ye. Hêjmara şîniyan li gorî serjmara dewletê sala 2000 (204653)mirov in. li gorî nexşeya Kurdistanê, Kobanî û herema deşta Suruç ê yekser bi Urfa(Riha) yê ve girêdayî ye. Li rojavayê navenda heremê(bajarê Kobanî) bi 30 km ava çemê Firatê derbas dibê. Kobanî 100 km dûrî bajarê Urfa ye.

Kobanî, di parêzgeha Helebê de ye, ji navenda bajarê Helebê bi 150 km dûre. Li bakurê wê sînorê dewleta Turkiyê(Ruha) ye li başûrê wê sînorê parêzgeha Reqayê ye, li rojhilata wê sînorê herêma Tilebyede(Girê Spî), li rojavayê wê sînorê Herêma Cerablusê û çemê Feratê ye.

Kobanî ku bi piranî deşta rast e(deşta Suruç) û hinek çiyayên ne bilind hene, wekî: (çiyayê Miştenûr 600 m. çiyayê Qerebekir, Çiyayê Xan-Mamed, çiyayê Reş), di herêma kobaniyê de çem kêmin, hin kanî henûn wek kaniya Ereban û kaniya Mişidê, lê niha çikayî ne.



Aborî: Di herêma Kobanî yê de 300 gund hene. Piranî gelê Kobanî bi çandinî û hesinkariyê ve mujul dibin. Dar û daristin kêmin, bi piranî çandiniyên salane tên çandin, wek: Pembû, genim, nîsk, nok, bacan, îsot, ceh, kuncî, garis(misir), kemûn(buharat), zebeş û gelek berhemên axê yên din. Van salên dawiyê jî çandinîya daran(fistiq, mişmiş “qeysî”, Tirî, henar, hêjîr û tiştên din) pêşketiye. Di xwedîkirina heywan û dewaran de jî van salên dawiyê paş ketiye û zayîf bûye. Herî zêde ciwan bi xwendin û xebatên derveyî Suriyê re mujul dibin. Bi piranî li Libnan, Îraq, Tirkiyê, Cezayîr, Tunîs û Ewropayê dixebitin. Di heremê de ji ber ku dewlet fabrîqe, dibistan û navendên xebatê ava nekiriye, lewma jî gelê herêmê her tim derdikevin derveyî welêt. Yan jî, di xebat û karên taybetî de dixebitin û debara xwe dikin.

Di aliyê hesinkarî û çêkirina makîneyan û aletên hesin de, kobanî gavên pir mezin avîtine. Gelek fabrîqeyên biçûk yên taybet hene. Niha jî weke navenda çêkirina makîne û aletan lê hatiye. Lê polîtîkayên dewleta Suriyê ya ku her tim xêr û bêran ji herema Kurdan derdixe û dibe li heremên Ereban çêdike. Gelê Kobanî bi xebata kolandina bîrên avê bi makîneyên taybet(Xeraze) ango suntaj bi nav û bangin. Mirov dikare bibêje ku sektûra kolandina bîra bi piranî di destê wan de ye. Jêdera wan a sereke ya aboriyê jî, ji vê sektûrê ye.



Jiyan: Gelê Kobanî hemû Kurdên Kurmanc in. Hîn li ser kurdetiya xwe ne. wekî heremên din têkiliyên xwe bi Ereban re pir kêmin. Jinên wan hîn cilên Kurdî(Zerduştî) yên bedew li xwe dikin. Wek: Xeftan, Bervank, Sixme, Keras, Ebe û jib o serî jî, Şar, Hibrî, Kom û kofî bikar tînin. Mêr jî cilên Ereban (keras, çefî û eqal) li xwe dikin. Hîn jî gelek kesên ku cilên kurdewarî(Şal, Şapik û êlek) li ber xwe dikin hene. Mirovên Kobaniyê dilgerm û dijwarin. Bi mêvanperwerî û piştgirtina hev eyanin.



Çand: Çanda vê heremê, heman wekî ya hemû gelê Urfayê ye, hîn Bêhtir nêzî eşîrên Urfayê yên Êzîdî ne. Gelek urf û edetên Êzîdîtiyê di nava wan de hene, çendî ku hemû musulman bin jî, lê ji qanunên musulmntiyê bêhtir, ew qanunên Kurdetiyê û eşîretiyê pêk tînin.

Çendî ku gelek rewşenbîr, hunermend û nivîskarên mezin ji nav wan derneketi bin jî, lê van salên dawiyê gelek ciwanên nivîskar, hunermend, rewşenbîr û zana derketine. Gelek dengbêjên wan yên kal jî (Baqî Xido, Hafizê Kor, Misoyê Bekebûrê, Xidirê Hebeşê..) hene. Di nava herêmê de gelek serpêhatiyên di seranserê Kurdistanê de binav û bang hene, wek serpêhatiya Eyşana Îbê û Bozan begê. Dengbêj Baqî Xido jî, yek ji dengbêjên Kurdan ên ku klama Derwêşê Evdî bi awayekî herî baş gotin ye. Jixwe dengbêjê mezin Baqî Xido li hemû Kurdistanê tê nas kirin. Her wiha jî hin dengbêj û sazbendên navdar hene wek: Ehmedê Çep, Reşîd û Xalid Sofî, Mistefa, Baran û Ze’îm Kendeş, Kardox Beyro, Siyamend Oskullî. Di aliyê sazbendiyê de jî, kemancê Hemedê Dûman û tembûra Hemedê Hadî hene.



Eşîr û êl: Eşîra herî mezin, eşîra “BERAZΔ ye. Ev eşîr di herêma Urfa, Suruç, Serî kaniyê, Suleymaniyê(başûr), Libnanê û bajarê Hemayê de dijîn. Ev eşîreke pir mezine. Kesên derve ji hemû endamên konfederesyona vê eşîrê re “Berazî” dibêjin, lê ew di nava xwe de bi hoz û qebîlên xwe, xwe dinasînin. Di nava wê de jî gelek êl û qebîl hene(Mîran, Kêtikan, Şêxan, Oxî, Zirwar, İlêdînî, Şedadî, Mi’ef, Dinan, Qereberkeran, Pîjiyan, Bêskan û gelek din…), lê niha girêdana wan kêm bûye. Heta salên nêz, malbata Şahîn Begê ji hoza Mîran(Begler) serokatiya konfedersyona eşîra Beraziyan dikirin. Lê niha çi destlatiya wan nemaye. Şahîn Begê Mîran û birayê wî Bozan Begê Mîran di avakirina Komela Xûybûn de rolek sereke leystine û şervanên Kobanî yên Berazî li gel Osman Sebrî çend çalakî li hemberî Qereqolên Tirkan pêk anîne.



Gund û Navçe: kobanî di nava xwe de li 6 navnedên birêvebirina herêmî dabeş dibe. Zêdetirî 321 gund li herêma Kobanî hene. Ji van gundan (Helinc û Tilêcib, Tilxezal, Bozîk, Xanmemed, Sixur, Qilhedîd, Qinê, Qûmlix, Girik, Şeran û gundê Şêranê). Piraniya navên van gundan bi Kurdî ne, lê dewleta Ereb a şovenîst nave van hemû gundan guhertiye û kiriye erebî. Di salên dawiyê de gelek gundên Kobanî ji bajêr hatin qutkirin û bi navçeyên Ereban ên derdorê ve hatin girêdan. Bi taybetî jî bi navçeya Sirrîn û parêzgeha Reqqa ve. Hêjayî gotinê ye ku navçeya Sirrînê bi navneda herema Kobanî ve girêdayî ye.



Bermayîyên Dîrokî: Di van gundan gelek bermayîyên dîrokî yên kevnar hatine dîtin û ji aliyê dewletê ve guheztine bajar û muzexaneyên Ereban. Wek du şêrên kevirîn ên mezin ji gundê Şêranê hatine birin bo bajarê Reqqa ya Ereban. Di sere Çiyayê Miştenûr de gelek şkeftên dîrokî hene, şkefta herî bi nav û bang jî, şkefta Qîzîkan(Keçkan) heye. Her wiha jî gelek ziyaret û ciyên pîroz hene. Wek ziyareta Xanmamed û ziyareta Kurrikê. Heta salên nêz li bajêr dêra Ermeniyan jî hebû.



Ermenî û netewên din: Di nava Kurdên Kobanî de hêjmarek Ermenî yên ku ji Tirkiyê riviya jî hene. Rûniştvanên destpêkê yên bajêr Ermenî bûne. Ev Ermenî bi piranî li taxa Gumrigê dijîn, bi karên hesinkarî û sazkariyê ve mujul dibin. Têkiliyên Kurdan û Ermeniyan bi hev re pir baş e, têkiliyên kirîvtiyê di navbera wan de hene. Ji xwe Ermenî pir baş bi zimanê Kurdî diaxivin. Di salên dawiyê de gelek Ermenî, ji bo mercên jiyanek baştir koçî bajarê Helebê kirine. Li rex Ermeniyan, hêjmarek ji Tirkmenan jî li bajêr dijîn. Tirkmen bi Tirkmenî û Kurdî diaxivin û bi piranî bi karên dukanvaniyê re mujul dibin. Her wiha jî hin Ereb li bajêr û herêmê dijîn, bi taybetî jî Erebên ji eşîra (Ni’îmî). Lê ev Ereb xwe Kurd dibînin û bi Kurdî diaxivin û ji kokên xwe yên Erebtiyê dûr ketine.



Şoreş: Ji roja ku rojevayê Kurdistanê ji bakur hate qutkirin û heta roja me ya îro, gelê rojevayê Kurdistanê her tim himbêza xwe ji hemû şoreş û şoreşvanên beşên din û bi taybetî jî yên Bakurê Kurdistanê re vekiriye. Me li jor behs kiribû ku şervanên Kurd ên Berazî li gel Osman Sebrî li hember Tirkan çalakî pêk anîn û hewl dan xwe bigihînin şoreşa Agirî. Her wiha jî serok eşîra Beraziyan Şahîn Begê Mîran di avakirina komela Xûybûn de rolek sereke leystine.

Her wiha jî Birayê wî Bozan Beg ji aliyê destlatê ve hatiye binçav kirin. Di heman dem de, gelê Kobanî wek hemû Kurdên Rojavayê Kurdistanê piştgiriya şoreşa Başûr jî kirine. Di havîna sala 1979-an de Serok Apo ji bakur derbasî rojevayê Kurdistanê bajarê Kobanî bû û pişt re jî Kobanî bû dergehê herî girîng ê derbasbûna partisan û şervanên PKK. Wis ajî Kobanî bû yekem qada ku himbêza xwe ji şoreşa PKK re vekir. Bi hezaran ciwan û keç beşdarî şoreşê bûn û li sere çiyayên Kurdistanê li hemberî neyarên gelê Kurd şer kirin, bi sedan ji wan xwîna xwe ya pak di riya azadiyê de rijandin û bi hezaran jî hîn li sere çiyayên Kurdistanê şer dikine.

Kobanî di riya azadiyê de gelek zarokên xwe yên qehreman qurban kiirn, wek Şîlan Baqî, Dîcle, Akîf, Halim, Sebrî, Perwîn û bi dehan ji şehîdên qehreman.
yarhkobani
yarhkobani

انثى
عدد الرسائل : 11
العمر : 42
العمل/الترفيه : أنترنيت - رياضة - جمع طوابع
المزاج : هادئ
تبادل اعلاني : navê kobanî A3lansc0hc4
السٌّمعَة : 0
نقاط : 0
تاريخ التسجيل : 07/11/2008

الرجوع الى أعلى الصفحة اذهب الى الأسفل

الرجوع الى أعلى الصفحة

- مواضيع مماثلة

 
صلاحيات هذا المنتدى:
لاتستطيع الرد على المواضيع في هذا المنتدى